Ji kujerên şehîdxistina Tahîr Elçî , 2 sal ceza hatin xwestin

Îddîanameya li ser şehîdxistina Tahîr Elçî piştî 5 salan hate amadekirin.

Ji bo polîsên kujer cezayê girtîgehê ya ji 2 salan heta 6 salan hat xwestin.

Îddîaname ji 41 rûpelan pêk tê, piştî lêkolîna 5 salan a Serdozgeriya Komarê ya Amedê hate temamkirin.

Di îddîanameyê de kuştina polîsên bi navê Ahmet Çîftaslan û Cengîz Erdûr û kuştina Elçî kirine yek.

Di îddîanameyê de hate diyarkirin ku ‘Gumaneke zêde ya sûc a polîsan heye’. Di îddîanameyê de li dijî kujeran ji 2 salan heta 6 salan cezayê girtîgehê hate xwestin.

Di îddîanameyê de ji bo Ûgûr Yakişirê jî cezayê 45 salan lê hat birîn.

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 28’ê Mijdara 2015’an de dema li navçeya Sûrê ya Amedê li ber Minareya Çarling daxuyanî dida, ji aliyê hêzên dewletê ve hat şehîd xistin.

Back to top button