Rêxistina Mafên Mirovan: Qutkirina ava Elokê sûcê şer e

Dewleta tirk a dagirker ku xaka sûrî dagir kiriye, rojane sûceke nû li sûcên xwe yên şer zêde dike.

Dewleta dagirker û çeteyên wê heta niha 4 caran av li ser herêma Hesekê ku tevî bi sedhezaran şêniyên xwe malovaniyê ji dehhezaran koçberî re dike, qut kiriye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ragihand ku qutkirina avê ji ser şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê “sûcekî şer e”.

 

Ji dema ku dewlata Tirk a dagirker bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê dagir kirine, ev 4 caran ava stasyona Elok li ser şêniyêm bajarê Hesekê qut kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da.

Rêxistinê diyar kir ku tenê dinava mehekê de dewleta tirk û çeteyên wê 2 caran av li ser herêmê qut kiriye.

Rêxistinê destnîşan kir ku ev stasyon avê dide 460 hezar sivîlên li bajarê Hesekê, navçeya Til Temirê û kampa Holê ku zêdetirî 73 hezar koçber lê hene.

Rêxistinê piştrast kir ku qutkirina ava stasyonê rewşa mirovahiyê dixe xetereyê, nemaze di demeke wiha de ku li Sûriyê rewşa belavbûna vîrusa Corona hatine tomarkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê ev kiriyar şermezarkir û bivê bangê dawî li daxuyaniya xwe anî

Em bang li DYA, rêxistinên navneteweyî û mirovî dikin ku destwerdanê bikin û zextê li artêşa Tirk a dagirker bikin da ku avê bide şêniyan.

Her wiha divê çareseriyê jî ji stasyona Elok re bibînin.

Back to top button