Istixbarata dagirkeriya Tirk jinek ji navçeya Mabatayê ya Efrînê revand

Navenda çavdêriya mafê mirovan a Sûrî ragihand ku Istixbarata dewleta Tirk jinek ji navçeya Mabata ya Efrînê revand.

Navendê diyar kir ku istixbarata dewleta tirk a dagirker jina kurd bi navê Kîbar Miihemed Koliş (35) ya ji navçeya Mabata ya Efrînê revand û berbi ciheke nediyar ve bir

Rêxistina mafê mirovan a Efrînê jî ragihand ku çete ji bo berdana jina bi navê Şêrîn Mihemed Zênî ji malbata wê150 hezar L.S standin.

Rêxistinê da zanîn ku beriya çar rojan istixbarata dewleta Tirk Şêrîn Mihemed Zênî (21) ya ji gundê Kaxrê yê navçeya Mabata revand bû.

Di vê çarçoveyê de çeteyên dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê girtîgehek nû ya jinan li çapxaniya Ronahî ya berê ya li kêleka nexwaşxaniya Avrîn ava kiriye.

Back to top button