Li Hesekê 6 depoyên xwarinê hatin cezakirin

Zabîteya temwîn û Çavdêriyê ya Hesekê 6 depoyên xwarinê ku li gorî lîsteya Rêveberiya temwînê tev nagerin, ceza kirin.

 

Zabîteya temwîn û Çavdêriyê ya Hesekê gera xwe ya di nava sûkên bajêr de dewam dike.

Îro temwînê li bajêr 6 depoyên madeyên xwarinê ku li gorî biryarên di dema qedexeya çûn û hatinê de tev negeriyane, ceza kirin.

Hevserokê Zabîteyê Tariq El-Xilêf destnîşan kir ku lîsteya Rêveberiya temwînê ya diyarkirina buhayan li gel wan heye.

Ger bazirgan li gorî wê tev negerin, em destpêkê wan hişyar dikin, lê belê ger dubare bû em wan ceza dikin û depoyên wan digirin.

Tariq El-Xilêf bang li bazirganan kir ku li gorî lîsteya buhayan tev bigerin.

Beriya du rojan Rêveberiya Giştî ya Temwîn û Parastina Serif-karan jî li Qamişlo 160 dikan ceza kiribûn.

Back to top button