ji ber Corona aliyên lûtkeya G20 li ser avakirina eniyeke navdewletî li hev kir

Li hember belavbûna bi lez ya vîrûsa Coronayê, lûtkeyekya Girûpa Herbîst ku tê de welatên ku aboriyên wan a herî mezin in li cîhanê, pêk hat.

 

Lûtkeya Girûpa Herbîst bi riya enternetê û bi serokatiya Siûdiyê pêk hat.

Ev lûtke ji bo parastina aboriyên welatên ku bi tedbîrên li dijî Coronayê bandor bûne pêk hat.

Hemû welatên beşdar di lûtkeyê de destnîşan kirin ku tişta herî girîng niha ew e ku li hember belavbûna vîrûsa Coronayê were rawestandin.

Her wiha hemû alî li hember belavbûna vîrûsê, li ser avakirina eniyeke navdewletî li hev kirin.

Qiralê Siûdiyê, Selman Bin Ebdulezîz di axaftina xwe ya di lûtkeyê de, piştgirya bi Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî û bi welatên hejar re jî teqez kir.

Serokê Rûsyayê, Vladimir Putin jî li ser pêwîstiya avakirina sindoqeke taybet di bin rêveberiya Netewên Yekbûyî de destnîşan kir.

Back to top button