Li Lîbyayê zêdeyî 100 çeteyên Tirkiyê hatine kuştin

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku di şerê sê rojên dawî de zêdeyî 100 çeteyên ji Sûriyê ku bi riya Tirkiyê hatine şandin, hatine kuştin.

Îro Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Ehmed El-Mismarî, bi riya daxuyaniyekê li ser rewşa dawî ya Lîbyayê aixvî.

Ehmed El-Mismarî got:

“Hikûmeta Serac bi piştgiya dewleta Tirk operasyoneke leşkerî bi navê “Bagera Aştî” li hember me ragihandiye, ev jî ji operasyona “Çiqla Zeytûna” ya dewleta Tirk a dijî kurdên Sûriyê ne dûr e.

El-Mismarî diyar kir ku hikûmta Serac hem dibêje bila li dijî belavbûna vîrûsa Coronayê şer raweste, hem jî operasyonên leşkerî dest pê dike, ev jî binpêkirin û nerêzgirtina qanûnên navdewletî ne.

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Ehmed El-Mismarî, di dawiyê de eşkere kir ku di şerê sê rojên dawî li eniyên Terablusa paytext 103 çeteyên ji Sûriyê ku bi riya Tirkiyê hatine welêt, hatine kuştin.

Back to top button