Corona..Heyva Sor a Kurdistanê banga alîkariyê ji bo Rojava kir

Heyva Sor a Kurdistanê ji bo xweprastina ji vîrusa Coronayê banga alîkariyê ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Heyva Sor a Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Tendirûstiyê yên Cîhanî kir.

Heyva Sor a Kurdistanê destnîşan kir ku pêdiviya Bakur û Rojhilatî Sûrî bi cîhazên tesbîtkirina vîrûsê, alavên paqijkirinê û cîhazên nefesê zêde heye.

Heyva Sor a Kurdistanê banga hişyariyê li Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanî kirin da ku erkên xwe bicih bînin.

Heyva Sor a Kurdistanê, banga lezgîn ji aliyên pêwendîdar dikin da ku li hemberî belavbuna Vîrusa Coronayê, destekê bidin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Back to top button