Fransa û Amerîka destpêşxeriyeke girîng amade dikin

Piştî civîna lûtkeya G20 ku li ser avakirina eniyeke navdewletî hat lihevkirin, Fransa û Amerîka jî ji bo rûbirûbûna nexweşiya Coronayê ketin tevgerê.

Piştî lûtkeyê, Serokê Fransî Macron ragihand, “wan, Amerîka û hinek welatên din “destpêşxeriyeke nû û girîng” ji bo rûbirûbûna Coronayê dane destpêkirin.

Piştî peywendiyeke telefonî bi Trump re, Macron bi twittekê nivîsand:

“Me di rêya G20 û her 5 welatên endam ên Konseya Ewlekariyê re, li ser girîngiya hevkariyê li hev kiriye.

Ji bo em karibin aborê xelas bikin, em ê destekê bidin Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî, Sindoqa Darayî û Banka Navdewletî”.

Îro jî, Serokê Çînî ji Trump re teqez kir ew ê ji bo Corona alîkariyê bidin wan.

Ji bo heman mijarê, duh welatên G20 civînek li ser enterntê li dar xist.

Hemû aliyan li ser avakirina eniyeke navdewletî li hev kir û serokê Rûsî Putin diyar kir ku pêwîst e sindoqeke taybet di bin rêveberiya NY bê avakirin.

Back to top button