Amerîka, jimara herî bilind a nexweşan tomar dike

Di wextekî de ku Çîn û Îtalya yên herî ziyan ji Coronayê dîtine, Amerîka derdikeve pêş û jimareke mezin a nexweşan tomar dike, ku duh tenê, 15 hezar û 400 rewşên nû hatin tomarkirin.

Ji ber vê, îro Amerîka ragihand, ew ê deriyên xwe ji xebatkarên tenduristiyê re vekin da li ser erda wan kar bikin.

Li Çînê, ya 3 rojan li ser hev ti rewş lê peyda nebûn, îro Komîteya Tenduristiyê ya Niştimanî 55 rewşên nû li bejahiya welêt ragihand.

Ozbekistan û Venezuelayê jî yekem mirin ragihandin.

Li seranserî cîhanê, heya niha vîrûsa Corona rihê 24 hezar û 93 kesî standiye û 532 hezar û 912 kes jî nexweş in.

Back to top button