PKK: Ji Mazlûm heya Mahsûm, pira berxwedanê ya azadîparêz

Komîteya Rêveber a PKK’ê, bi wesîleya Hefteya Lehengiyê peyamek weşand û bang kir ku her kes li dijî mêtingeriyê li dora şehîdên berxwedanê kom bibin, faşîzmê hilweşînin, tecrîdê bi dawî bikin û demokrasî û azadiyê misoger bikin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi sernavê “Ji Mazlûm heta Mahsûm pira berxwedanê ya azadîparêz” peyamek weşand.

PKK’ê diyar kir ku dilsoziya bi bîranîna Mazlûm Dogan ku li zindana Amedê bi sê derbikên niftikê Newroz pêşwazî kir û Mahsûm Korkmaz di 28’ê Adara 1986’an de li Gabarê şehîd bû, lehengî gihandin asta herî bilind..

PKK’ê anî ziman ku Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz, bi kesayetiyên xwe di nava têkoşîna azadiyê de pêngav dan destpêkirin, ew mînakên bijarte û herî mezin ên kesayetên nû yên mirovan e.

PKK’ê destnîşan kir ku Mazlûm Dogan şehadeta wî ji bo têkoşîna me ya azadiyê bû rojbûnek nû û wiha got:

Bi şehadeta xwe re hem rêya berxwedanê ji nû ve nîşanî hevrêyên li zindanan da hem jî nehişt ku dijmin êdî jiyana mirovan weke amûrekê bi kar bîne.

Dirûşma ‘Berxwedan jiyane’ di nava van şert û mercên giran de bû gotina biryardariya li berxwedanê û meşaleyeke Kurdistanê.

Şehîd Egîd wê her tim sembola serdema lehengiyê ya têkoşîna me ya berxwedana neteweyî be û bi hertim bi vî rengî bê bîranîn!

PKK: Divê gelê me faşîzmê hilweşînin, tecrîdê bi dawî bikin

PKK’ê teqez kir ku gerîlayên azadiya Kurdistanê ji bo armancên Egîdan pêk bînin, têkoşîna azadiyê ya herî zêde di Hefteya Lehengiyê ya 21-28’ê Adarê de meşandin.

PKK’ê bang kir, ku her kes li dijî mêtingeriyê li dora şehîdên berxwedanê kom bibin, faşîzmê hilweşînin, tecrîdê bi dawî bikin û demokrasî û azadiyê misoger bikin.

Back to top button