EL-MIHBAŞ: CIVÎNÊN DAWÎ WÊ BANDOREKE ERÊNÎ LI SER XEBATÊ BIKE

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Ebid El-Mihbaş diyar kir ku civînên dawî yên ji deste û komîteyan re hatine lidarxistin, wê kar û xebatên komîteyên 7 rêveberiyan bikin yek.

El-Mihbaş dest nîşan kir ku ev civîn wê bi awayekî erênî bandorê li pêşkêşkirina xebatan ji şêniyan re bike.

Rêveberiya xweser a bakûr û rojhilatê Sûrî di van demên dawî de ji deste û komîteyên girêdayî wan re rêzecivîn lidarxistin.

Hevserokê Meclisa Rêveber ê rêveberiya xweser a bakûr û rojhilatê Sûrî Ebid Hamûd El-Mihbaş axivî.

Ebid El-Mihbaş destnîşan kir ku wan bi armanca koordînekirin û hevkariya kar di navbera her deh desteyên rêveberiyê û komîteyên girêdayî wê de, ev rêzecivîn li dar xistine.

El-Mihbaş diyar kir ku di civînan de kar û xebatên her komîteyekê hat nîqaş kirin, da ku proje û astengiyên komîteyan nas bikin û çareseriyê peyda bikin.

Ebid El-Mihbaş diyar kir ku her komîteyek bi armanca nirxandina kar û xebatên xwe di mehekê de, dîrokek ji bo lidarxistina civînên mehane, diyar kiriye.

El-Mihbaş di dewama axaftina xwe de dest nîşan kir ku wan ji hemû komîteyan xwestiye ku xebatên xizmetguzariyê ji şêniyan re pêşkêş bikin.

Bi armanca yekkirina rêziknameya kar a her deste û komîteya girêdayî wê, El-Mihbaş tekez kir ku wan di civînan de komîteyek ji 7 endaman pêk tê ava kiriye û ji bo hêsankirina têkiliya di navbera komîteyan de odeyên peywendiyan hatine ava kirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Ebid El-Mihbaş rêzecivîn erênî bi nav kir û wiha bi dawî kir;

Meclisa wê bi awayekî erênî ji bo pêşketina xebatên xizmetguzariyê ji şêniyan re kar bike.

Leave a Reply

Back to top button