Steven Cook: Dibe ku Idlib bibe jêdera belvabûna Corona li cîhanê

Analîzvan û endamê meclisa têkiliyên derve yên Amerîkî Steven A. Cook derbarê metirsiya peydabûna vîrûsa Corona li Idlibê gotarek weşand.

Steven Cook got, derfetên belavbûna vîrûsê Idlib a Sûriyê heye, dibe ku zirarê di nêztirîn demê de li tevahî herêmê bike.

Analîzvan û endamê meclisa têkiliyên derve yên Amerîkî Steven A. Cook bi gotarekê bal kişande ser xeteriya belavbûna vîrûsa Corona li Sûriyê û teqez kir ku gengaz e Idlib bibe jêdera belavbûna Vîrûsê.

Steven A. Cook di gotara xwe ya di kovara Foreign Policy a Amerîkayê de diyar kir vîrûs sînorên girtî nas nake û cihê xeteriyê ye eger ev vîrûs derbasî Idliba Sûriyê bibe.

Cook: Zêdebûna rewşên bi vîrûsê li Sûriyê bi demê ve girêdayî ye

Steven Cook da zanîn ku Sûriyê heta niha 5 rewşên pêketina vîrusê ragihandine, lê belê tenê ev mijar bi demê ve girêdayî ye ku bigihe Idlibê.

Her wiha tê texmînkirin ku ji gelek aliyên aktîf ên li wir mîna çekdarên Îran, hêzên Tirkiyê, lekşerên Rûsyayê, rojnamegerên Ewropayê yan jî bi rêya alîkariyên biyanî belav bibe.

Ji derveyî binesaziya bijîşkî ya rûxandî, li Idlibê piştgiriya bijîşkî ya bingehîn jî tune ye.

Steven Cook piştrast kir ku dema ku nexweşî li Idlibê belav bibe û eşkere bibe dê mijar bi tirs be.

Ji ber ku Idlibê herêmeke şer lê heye, dibe ku tedbîrên pêşîlêgirtina aktîf an jî heta pêkanîna wê negirtibin.

Back to top button