OECD: Tirkiye di nava 36 welatan de ya herî paşketî ye

Di hevpeyman an jî destûra bingehîn de, xaleke giring ku civakê û dewletan li ser li hev dikin, tenduristiye.

Tenduristî jî bi aştî û aramiyê re girêdayî ye.

Lê dema mijar dibe dewleta Tirk, bi taybet jî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê, berevajiyê van pîvanan esas tê girtin.

Li şûna aştî şerê qirkirinê li dijî gelê Kurd tê kirin.

Di bin navê aramiyê de dewleteke çete ku terora bê sînor li dijî civak pêk tîne derdikeve pêş.

Daneyên Teşkîlata Rakirin û Hevkariya Aborî, OECD, vê rastiya rejîma faşîst li Tirkiyê daxist ber çavan.

 

Li Tirkiyê ji ber vîrûsa corona, ango Covid-19, her roj mirov dimirin.

Herî dawi 16 mirovên din mirin û di nava 16 rojan de, hejmara mirovên mirin, derket 75 kesî.

Dîsa 3629 mirov, bi şewba vîrusa korona ketine.

Her çiqas ev vîrûs li hemû cîhanê belav bibe jî, li gel ku herî dawî vîrûs derbasî Tirkiyê bû, li gorî rojan rêjeya kesên dimirin, li Tirkiye li gorî welatê din zêdetir e.

Sedema bingehîn a vê yekê jî, şerê qirkirinê ya rejîma faşîst a AKP-MHP’ê, li dijî gelê Kurd e.

Û bi vê yekê re yekser girêdayî, qada tenduristiyê ya li Tirkiyê ye.

Daneyên Teşkîlata Rakirin û Hevkariya Aborî, OECD jî, vê yekê piştrast dike.

Lê li gor daneyên Teşkilatê, di qada tenduristiyê de, dewleta Tirk dewleta her paşketî ye.

Tirkiye di nava 36 welatên endam yên teşkilatê de, di rêza dawî de ye, ango welatê herî paşketî ye.

Li hember vê yekê, di nav welatên yekîtiya ewropayê de di qada polîs û eskeran de herî pêşketî ye.

Li gori daneyên fermî yên teşkilatê yên sala 2019’an;

Li Tirkiyê serê polîsekî 211 mirov, serê cendirmeyekî 92 mirov dikeve.

Li hemberî vê yekê, serê bijîşkekî 498.2, serê her hemşireyekê 413.2 kes dikevin.

Li gorî daneyên teşkilatê, di sala 2020’an de, di qada diyanetê de jî, 130 hezar personel hene.

Lê hêjmara bijîşkan li Tirkiyê, 164 hezar kes in.

Ev jî nîşan dide, ku dewleta Tirk di qadên eskerî, polîs, diyanet û tenduristiyê de, heri dawî girîngiyê dide qada tenduristiyê.

Li gorî butçeya 2020’an jî, rejîma faşîst a AKP-MHP’ê, herî zêde pere ji qada qaşo ewlehiyê re veqetand:

Ji butçeya 2020’an:

58.755.417.000 TL pere ji Wezareta Tenduristiyê re veqetand.

Li hemberî vê yekê, ji bo qada leşkerî, 115.800.648.000 TL hate veqetandin.

Bi gotinek din, dewleta Tirk butçeya ku divê bide tenduristiyê, dide şerê qirkirina Kurdan.

Bi vê yekê jî dibe sedem ku tenduristiya gel li hember şewba vîrusa coronayê zêdetir bikeve xeteriye.

Back to top button