Li Efrînê çete pev ketin, çeteyek hat kuştin û 5 birîndar bûn

Li bajarê Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, şer di navbera çeteyan de derket û herî kêm çeteyek hat kuştin û 5 birîndar bûn.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku li Efrînê şer di navbera çeteyên bi navê Cebeha Şamiya û çeteyên Lîwai 51 ên dewleta Tirk de derket.

Çavdêriyê destnîşan kir ku di şer de çekên giran û moşek hatin bikaranîn.

Di encamê de çeteyek hat kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Her wiha rewşeke tirsê di nava sivîlan de derket.

Duh jî Çavdêriya Sûrî tekez kiribû ku li gundê Hemam El-Turkmen ê bajarê Babê şer di navbera çeteyên dewleta Tirk de rû dabû.

Di encamê de 3 çete birîndar bûbûn.

Back to top button