Berdevkê artêşa Lîbyayê Ehmed El-Mismarî ragihand ku hêzên wan herêmên rojavayê Terablusa paytext rizgarkirin.
Ehmed El-Mismarî ragihand ku niha herêmên Esa, Cemîl, Qedalîn û Zelten ji bin serweriya hikumeta El-Wîfaq a ixwana mislimîn ya dewleta tirk rizgar kirin.
El-Mismarî got piştî çete ji van herêman hatin derxistin îro herêm bi ewle û aram bû.
Ev pêşketina meydanî piştî binketina êrişa çeteyên Ixwana Mislîmîn ya hikumeta El-Wîfaq a dewleta tirk pêk hat.
El-Mismarî diyar kir ku agirbesta herêmê ji aliyê çeteyên hikumeta Wifaqê ve tê binpêkirin.
Doh jî Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Ehmed El-Mismarî bîlançoya şerê sê rojên derbasbûyî yên li paytext Terablusê eşkere kir.
Li gorî vê,
103 çeteyên ji Sûriyê ku bi riya Tirkiyê hatine welêt, hatine kuştin.