Tevî agirbesta Puitn-Erdogan a li Idlibê, çeteyên dewleta Tirk li gundewarê Idlibê êrîşî hêzên rejîmê kir û 2 leşkerên rejîmê hatin kuştin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku çeteyên dewleta Tirk li bajarokê Kefer Betîx êrîşên nuqteyên rejîma Sûrî kir.
Di encamê de 2 leşkerên rejîmê hatin kuştin û hejmarek birîndar bûn.
Her wiha rejîmê jî bajarokê Bara û Sifohin û kefer Iwêd li Cebel El-Zawiya li gundewarê Idlibê topbaran kirin.
Dewleta Tirk 60 maşîneyên leşkerî derbasî idlibê kirin
Li aliyekî din dewleta Tirk a dagirker jî 60 maşîneyên leşkerî derbasî herêmên bi navê ”Kêmşer” kir.
Bi vê yekê û ji dema ku agirbesta Puitn-Erdogan li Idlibê hatiye ragihand, dewleta Tirk 1885 maşşîneyên leşkerî û hejmarek leşker derbasî Idlibê kirine.