ILHAM EHMED: HEWLDANÊN HÊZÊN DERVE YÊN JI BO DANÎNA DESTÛREKE NÛ JI SÛRIYÊ RE TÊK ÇÛYE

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed têkildarî destûra Sûrî û civîna Astana axivî .

Ilham Ehmed got:

Di civînên ku ne deng û ne nêrîna gelê Sûriyê tune be ew civîn têkçûye.

Ji bo destûra Sûrî jî divê sazûmaniya komîteya amadekirina destûrê jinû ve were avakirin da ku ji hemû nûnerên gelê Sûriyê pêk were.

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed têkildarî mijara destûra Sûrî û têkçûna civîna astanê ji ajansa Hawar’ê re axivî.

Ilham Ehmed diyar kir ku civînên Cinêv û Astanayê ku bi armanca çareserkirina aloziya Sûriyê û danîna destûreke nû ji Sûriyê re li dar ketine, têkçûn e.

Ilham Ehmed sedema têkçûna wan civînan wiha şîrove kir:

Nebûna nûnerên rastîn ên gelê Sûriyê di van civînan de.

Ji lewre ne deng û ne nêrîna gelê Sûriyê di wan civînan de hene û ji bo vê jî ew civîn têk çûn.”

Îlham Ehmed hewldanên dewletên Tirkiye, Rûsya û Îran di civîna Astanayê de ji bo danîna destûreke nû ji Sûriyê re bi bîr xist û wiha domand:

“Dihat payîn ku di civîna Astanayê de komîteyek ji bo danîna destûreke nû ji Sûriyê re bihata avakirin, lê ev hewldan bi ser neket.

Îlham Ehmed teqez kir ku ji bilî gelê Sûriyê kes nikare çareseriyeke guncaw ji aloziya Sûriyê re bîne.

Divê ji nû ve sazûmaniya komîteya amadekirina destûrê bê avakirin da ku ji hemû pêkhate û nûnerên gelê Sûriyê pêk were.

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed destnîşan kir ku ew wek Meclisa Sûriya Demokratîk ji bo amadekirina destûra Sûrî bi israr kar dikin û wiha bi dawî kir :

“Ji salekê ve em reşpelika destûreke nû ji Sûriyê re amade dikin û me binesaziya wê amade kiriye.”

Leave a Reply

Back to top button