Bîlançoya qurbanên Vîrûsê her saet zêde dibe

Her roj qurbaniyên Vîrûsa Corona zêdetir dibin li Amerîka zêdetirî sed hezar kes bi vîrûsê ketine.

Rayedarên Tirk ragihandin ku li welêt 3 hezar û 629 kes bi vîrûsê ketine û 92 kes jî mirine.

Li Emerîka hejmara kesên bi vîrûsê ketine zêdetirî sed hezariye hezarî ye. 1 hezar û 300 kes jî mirine.

Li Birîtaniya jî 11 hezar û 800 kes bi vîrûsê ketine û 576 kes jî mirine.

Her wiha li Italiyê jî hejmar her roj zêde dibe 80 hezar û 500 kes bi vîrûsa ketine, zêdetirî 8 hezar û 200 kes jî mirine.

Li Spanyayê hejmara kesên bi vîrûsê ketine 64 hezar derbas kir û 6 hezar kesên nû jî bi vîrûsê ketine. Her wiha 4 hezar û 900 kes jî mirne.

Li Feransa jî hejmara kesên bi vîrûsê ketine 26 hezar kesî derbas kir û derdorî 1 hezar û 700 kes jî mirine.

Herî dawî li Îranê 32 hezar û 332 kes bi vîrûsê ketine û nêzî 3 hezar kesî jî rewşa wan krîtîke,2 hezar û 378 kes jî mirine.

Back to top button