REJÎMA SÛRÎ KOALÎSYONA NAVDEWLETÎ BI BOMBEKIRINA NUQTEYÊN WÊ TEWANBAR DIKE

Li gorî Ajansa Sana ya rejîma Sûrî duh li dijî nuqteyên rejîma Sûrî êrîşek bi fûzeyan pêk hat.

Êrîş li herêmên Çiyayê Xuran başûrê Sexnayê ya dikeve gundewarê rojhilatê Humusê pêk hat.

Li gorî ajansê êrîş ji aliyê hêzên Emerîkayê yên li Tenefê pêk hatiye kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku hêzên koalîsyonê bi 14 fuzeyan êrîşî karwaneke leşkerî ya hêzên rejîmê li çolistana gundewarê Humusê kiriye.

Di encama êrîşan de ziyanên maddî çêbûne.

Berdevkê Koalîsyonê Shaun Ryan tewanbarî red kir û bi agahiyên şaş bi nav kir..

Generalê Emerîkî wiha got:

“Hêzên koalîsyonê êrîşên bicih li dijî komeke DAIŞ’ê pêk aniye.

Di nava wan de çeteyekî ku destê wî di kuştina hemwelatiyê Emerîkî Peter Kasîg de 2014’an heye, hat kuştin.”

Leave a Reply

Back to top button