Li gelek bajarên Ewropa maseya kirîzê hat avakirin

Meclîsa Gelê Kurd a li Brîtanyayê, li dij vîrûsa corona li gelek bajaran û li 6 herêmên Londonê maseyên krîzê ava kirin.

Maseya kirîzê bi armanca pêşkêşkirina pêwistiyan ji gelê kurd re, hat avakirin.

Maseyên krîzê wê weke qadeke ya alîkariyê bide kesên di malê de û kesên hewcedar re bibin alîkar.

Meclis wê Li London, Sheffîeld, Hull û Exeter ên Brîtanyayê û gelek bajaran navendên krîzê ava bikin.

Maseya Kirîzê bi rêya e-mail û tevnên civakî peywendiyan çêkin.

Kesên xwedî pêwîstî wê li ser qenalên hatine diyarkirin xwe bigihînin navendên krîzê.

Back to top button