Li Rojhilata Navîn rewşên nû hatin tomarakirin

Li Rojhilata navîn jî roj bi roj belavbûna vîrûsa Corona zêde dibe, li Uman, Filestîn, Kiwêt û Morîtaniya rewşên nû hatin tomarkirin.

Wezareta tendurstiyê ya Umanê raghand ku 21 kesên din bi vîrûsa coronayê ketin bi vê yekê jimara wan dibe 152 kes.

Li gorî wezaretê 23 kes ji vîrûsê baş bûne.

Li Filestînê jî 6 kesên din pêketin, pê re jimar dibe 97 kes.

Wezîrê tendurstiyê yê Kiwêtî Basil El-Sebah jî da zanîn ku 7 kes ji vîrûsê başbûne, jimara giştî bû 64 kes.

Her wiha li Morîtaniya jî 2 rewşên nû tomar kirin, lewma hikumeta Morîtaniya îro çûn û hatine ji 13 eyaletan re qedexe kir.

Back to top button