Hikumeta Şamê betlaneya zanîngeh, dibistan û peymangehan dirêj kir

Piştî ku tomarkirina 5 rewşên bi vîrûsa Coronayê li Sûriyê ragihand, hikumeta Şamê betlaneya saziyên perwerdeyê dirêj kir û hişyariya belavbûna vîrûsê da.

Komîteya ”Şopandina Rêkarên li dijî Vîrûsa Corona” a girêdayî hikumeta Şamê ragihand ku betlaneya dibistan û zanîngehan li herêmên girêdayî hikumeta navborî, hat dirêjkirin.

Li gorî wê, dibistan, zanîngeh û peymangeh heta 16’ê Nîsana bê di betlaneyê de dimînin.

Duh jî heman hikumetê biryara qedexekirina çûnûhatina navbera parêzgehan de ragihand.

Her wiha wezareta Tenduristiyê ya heman hikumetê hişyarî da ku dibe vîrûs li tevahiya Sûriyê belav bibe û divê her kes ji rewşeke zehmet re amade be.

Beriya sê rojan Wezareta Tenduriystiyê ya hikumeta Şamê destnîşan kir ku 4 rewşên nû yên vîrûsa Coronayê li Sûriyê hatin tomarkirin û jimara giştî bû 5 kes.

Back to top button