Corona li Kurdistan û welatên herêmê jî jiyan rawestandiye

Li Başûrê Kurdistanê 9 kesên din pê ketin û Iraqê jî 2 kes mirin,her wiha li Îranê tenê îro zêdetirî 3 hezar kes bi vîrûsê ketin û bi dehan girtî jî ji tirsa vîrûsê, ji girtîgeha Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê, reviyan.

 

Li Iraqê 2 kesên din bi Corona mirin

Vîrûsa corona ku liv û tevgra cîhanê rawestandiye, bandora li ser Kurdistan û welatên herêmê jî didomîne.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku 2 kesên din li Bexdayê ji ber vîrûsê mirin û 48 kes jî nû pê ketine.

Heta niha li Iraqê bi giştî 506 kes pê ketine û 42 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Heta niha li Iraqê ji kesên bi vîrûsa corona ketine 131 kes baş bûne.

Li Başûrê Kurdistanê 9 kesên din bi vîrûsê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê ragihand ku li Hewlêrê 8 û li Helebceyê jî kesek, li Herêmê 9 kesên din îro bi vîrûê ketine.

Li gorî daxuyaniyê li herêmê hezar û 422 kes di bin çavdêriyê de ne.

Bi giştî heta niha li Herêma Başûrê Kurdistanê 122 kes bi vîrûsê ketine, 2 kes mirine û 53 kes jî baş bûne.

Xizmên girtiyan: Beriya kareset rû bidin xwedî li zindanan derkevin

Malbat û xizmên girtiyên di zîndanên dewleta Tirk de yên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), ji ber vîrûsa corona metirsiya ya li ser girtiyan anîn ziman û diyar kirin ku ji bo karesetên mezin rû nedin, divê CPT li zîndanan xwedî derkeve.

Li Tirkiyê rewş ber bi metirsiyê ve diçe

Li Tirkiyeyê jî heta niha 5 Hezar û 698 kes bi vîrûsê ketine û 92 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Li welat ji bo kesên temenê wan di seriya 65’an de qedexeya derketina derve heye. 7 milyon dikevin ber vê qedexeyê.

Diyare ku rewşa berb metirsiyek mezin ve diçe, ji ber vê yekê heta niha li 12 navçeyên ku vîrûs bi giştî lê hatî dîtin xistine bin çavdêriyê.

ÎHD:Divê demlidest deriyên girtîgehan bên vekirin

Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal diyar kir ku, hêştina girtiyên siyasî bi tenê bi Vîrûsa Corona re rû bi rû bimînin sûcekî li dijî mirovatiyê ye.

Akin Bîrdal ragihand ku li girtîgehên Tirkiyê li nav 296 hezar girtî, hezar û 333 girtiyên nexweş hene û rewşa wan ya tendûristiytê ne baş e, her wiha 2 hezar û 500 zarok, jinên bi zarok û ducanî jî hene.

Bîrdal got, divê deriyên girtîgehan bên vekirin.

Dayikên girtiyan: Berî ku girtîgeh bibin goristan, girtiyan berdin

Her wiha dayikên girtiyan a Bakurê Kurdistanê, jî bang kirin û xwestin bêrî ku girtîgeh bibin goristan demildest girtiyan berdan.

Li Îranê 139 kes bi vîrûsê ketin

Ji ber belavbûna vîrûsa corona Îranê di rewşeke xirab de ye.

Li Îranê di nava 24 saetên dawî de 3 hezar û 76 kes bi vîrûsê ketin û jimara gitştî bû 35 hezar û 408 kes.

Her wiha îro 139 kesên din mirin û jimara gitştî bû 2 hezar û 517 kesan.

Heta niha 11 hezar û 679 kes jî baş bûne.

Wê Îran 100 hezar tumen ji bo Corona veqetîne

Serokkomarê Îranê Hesen Rohanî ragihand ku ewê ji sedê 20’ê bûdceya îsal ango 100 hezar milyar tumen ji bo têkoşîna li dijî corona veqetînin.

Tevî rewşa xirab a welatiyan jî, Rohanî eşkere kir ku divê ji niha û şûnde yên ji ber vîrûsê li nexweşxaneyan tê dermankirin ji sedê 10’ê lêçûnê, ji berîka xwe bidin.

Li Rojhilatê Kurdistanê 70 girtî ji tirsa Corona reviyan

Li zindana Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê, di navbera gardiyanan û girtiyan de pevçûn derket û 70 girtî ji reviyan.

Hat ragihand ku sedema reva girtiyên, tirsa vîrûsa corona ye.

Back to top button