MSD: Divê hemû girtî li gorî biryara NY ya 2254 werin berdan

Ji bo bi cihanîna banga NY`yî û kêmkirina azarên gelên Sûriyê, MSD`ê bang li hemû aliyên Sûrî kir ku girtî û kesên revandî berdin û çarenûsa kesên wenda eşkere bikin. MSD’ê diyar kir ku ji bo eşkerekirina dozên girtiyan, wan rêzetedbîr girtine û wê di demeke nêz de eşkere bikin.

Di demekê de ku vîrûsa Corona bilez belav dibe, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyekê banga pabendîbûna bi biryarên navdewletî yên taybet ji bo Sûriyê kir.

Li gorî biryara navneteweyî ya 2254 ku taybet bi Sûriyê, divê girtiyên di girtîgehan de bên berdan.

MSD’ê îşaret bi vê biryarê kir û diyar kir ku tevî insyatîf û bangewaziyên herêmî û navdewletî, lê biryara NY`yî nehat pêkanîn û hîna jî bi hezaran malbatên Sûriyê azarên vê yekê dikişînin.

MSD’ê banga eşkerekirina çarenûsa girtiyan kir û wiha got:

“Wekî MSD’ê em dibînin ku berdana hemû girtiyan, kesên revandî û kesên wenda wê garantiya çareseriyên siyasî mayînde bike û kîna civakî kêm bike. Her wiha wê parastina ewlehiya navxweyî bike û baweriya xelkê Sûriyê vegerîne.”

MSD: Divê hemû alî li kêleka malbatên girtiyan bisekin

MSD`ê piştgiriya xwe bi malbatên girtiyan re jî anî ziman û ev bang kir:

Em bang li rêxistin û desteyên herêmî û navdewletî dikin ku bi lez bikevin tevgerê û li kêleka malbatên girtiyan bisekinin, daxwazên wan bicih bînin û zextê li hemû aliyên şer bikin.”

MSD’ê diyar kir ku ew hewl dide doza girtî, kesên revandî û wenda, bike dozeke mirovî ku li ser danûstandin neyê kirin û bi pêşketina doza çareseriya siyasî ve neyê girêdan.

MSD: Em amade ne tîmekî taybet ji bo eşkerekirina rewşa girtiyan ava bikin

MSD`ê tekez kir ku ew amadene tîmeke taybet ji bo eşkerekirina çarenûsa kesên wenda û revandî, ava bikin û wiha anî ziman:

” Em amade ne hevkariyê bi aliyên Sûrî yên sivîl û hiqûqî bikin da ku tîmekê ji malbatên girtiyan û pisporên qanûnê û akîtîvîstên civaka sivîl ava bikin. Çawaniya karê tîmê û navên kesên tê de bi civîneke çapemeniyê bê eşkerekirin, da ev doz hewextî pêşketinên leşkerî û siyasî yên dawîn, her tim di ber çavan re bê girtin û girîngiya exlaqî , siyasî û mirovî jê re bê dayîn û careke din raxin pêş çavan.”

MSD’ê dawiya daxuyaniya xwe diyar kir ku ji bo eşkerekirina dozên girtiyan, wan rêzetedbîr girtine û wê di demeke nêz de eşkere bikin.

Back to top button