Li bajarê Babê şerek navbera çeteyên dewleta Tirk rû da

Li herêmên di bin kontrola dagirkeriya dewleta tirk de jî ne aramî serwere. Di demên dawiyê de, di nava çeteyan de şer û pevçûn zêde bûye. Herî dawî li bajarê Babê yê li bakurê Helebê şerekî dijwar navbera çeteyên dewleta Tirk ên bi navê ”Ehrar El-Şerqiya” û ”Polîsa leşkerî” de rû da. Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. Li Efrînê jî cenazeyekî serjêkirî hat dîtin.

Ev der nexweşxaneya bajarê Babê li bakurê Helebê ye, ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin.

Evên ku şerê hev jî dikin çeteyên dewleta Tirk in.

Çavkaniyên ji bajarê Babê ragihand ku şerekî dijwar navbera çeteyên bi navê Ehrar El-Şerqiya û çeteyên bi navê ”Polîsa Leşkerî de rû da.

Hat ragihand ku sedema şer jî ji ber ku ya dawî ji bo girtina dikanan ji ber vîrûsa Corona, li bazara bajêr gule barandin.

Li Babê çeteyek hat kuştin û hejmarek birîndar bûn

Di encamê gulebaranê de çeteyek ji yê Ehrar Şerqiya hat kuştin.

Wek bersivdayîn jî, çeteyên Ehrar El-Şerqiya êrîşî nuqteyên çeteyên bi navê ”Polîsa Leşkerî” kir.

Di encamê de şerkî giran li derdora nexweşxaneya bajarê Babê rû da û nxweşxane hat dorpêçkirin.

Li gorî çavkaniyên herîmî, herî kêm 10 çete ji herdu aliyan birîndar bûn.

Ev ne-aramî li Efrîna dagirkirî jî hebû.

Li Efrînê cenazeyekî serjêkirî hat dîtin

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku li taxa Zibêdiyê ya Efrînê cenazeyê kesekî serjêkirî ku li cem geleşdankekê avêtî bû hat dîtin.

Malpera Çalakvanên Efrînê destnîşan kirin ku cenaze yê zarokê bi navê ”Mihemed Mirî kurê Inad e û ji gundê Iwêca yê gundewarê Helebê ye.

Duh jî li Efrînê şer di navbera çeteyan de derket û herî kêm çeteyek hat kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Ev tevlihevî û ne aramî li Serê Kaniyê jî serwer e.

Mîta Tirk li Serê Kaniyê 50 çete girtin

Li Serê Kaniyê jî komek çete li dijî artêşa Tirk a dagirker xwepêşandan lidar xistin.

Hat ragihand ku Artêşa tirk a dagirker xwest wan çeteyan bi komeke din veguhêzên û ji Serê Kaniyê derxînin.

Çavkaniyên Herêmî diyar kirin ku çeteyên bi navê ”Polîsên Leşkerî” yên istîxbarata Tirkiyê” 50 çete yên ku derketibûn xwepêşandanê girtin.

Back to top button