HEVSEROK Û 10 PARLAMENTERÊN HDP’Ê DEST BI GREVÊ KIRIN

Bertek û nerazîbûnên li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan zêde dibin.

Di çarçoveya piştgiriya bi çalakiya Leyla Guven û şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî di nav de 10 parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê wê dest bi greva birçîbûnê bikin.

Çalakiya greva birçîbûnê wê roja sêşemê piştî komcivîna HDP’ê ya li Meclîsê dest pê bike û 2 rojan dewam bike.

HDP’ê name ji hemû rêxistinên xwe re şand ku 3 rojan dest bi çalakiyên greva birçîbûnê bikin.

Rêxistinên bajaran ên amadekariyên xwe bi dawî kirin îro dest bi çalakiyan dikin.

Rêxistinên bajaran ên xwe amade dikin jî wê ji 4’ê Kanûnê şûn ve dest bi çalakiyan bikin.

PARLEMENTER MUAZZEZ ORHAN DEST BI GERVA BIRCÎBÛNÊ KIR

Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan ji bo destekê bide Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kir.

Piştgiriya ji bo Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku 26 roj in di greva birçîbûnê de ye, zêde dibe. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan ji bo piştgiriyê bide Guven, li avahiya HDP’ê ya Wanê dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kir.

Têkildarî çalakiya greva birçîbûnê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û Hevseroka HDP’ê ya Wanê Yadîşen Karabulak, Hevseroka DBP’ê ya Wanê Ayla Tarhan, Daykiên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û hevşaredar û hevserokên rêxistinên bajar û navçeyan ên Wanê amade bûn.

‘EM Ê SERÎ LI BER FAŞÎZMÊ NETEWÎNIN’

Orhan axivî û bi bîr xist ku parlamentera wan Guven 26 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdulalh Ocalan di greva birçîbûnê de ye û işaret bi piştgiriya ji bo vê çalakiyê kir.

Orhan diyar kir ku polîsan êrîş birin ser greva birçîbûnê ya li Mersînê û hevrêyên wan binçav kirin û got, “Gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê wê azad bibin, wê aştî û demokrasî pêk werin. Ji ber vê yekê me jî li vir dest bi greva birçîbûnê ya 3 roja kir. Faşîzm wê têk biçe, azadî û demokrasî wê bi ser bikeve.”

Orhan anî ziman ku ew ê serê xwe li ber faşîzm û rejîma dîkta netewînin û got: “Têkoşîna me wê li her qadê bidome. Em xwedî li çalakiya Birêz Leyla Guven derdikevin û heta ku daxwazên me bên qebûlkirin wê çalakiyên me bidomin.”

Leave a Reply

Back to top button