Corona..Li Tirkiyê rewş ber bi metirsiyê ve diçe

Li Tirkiyê jimara kesên bi vîrûsa Corona dikevin roj bi roj zêde dibe û jimara miriyan jî 100 derbas kir.

Li gorî daneyên dewletê heta niha zêdeyê 7 hezar û 400 kes pêk ketine û jimara miriyan jî gihişt 108’an.

Li welat ji bo kesên temenê wan di seriya 65’an de qedexeya derketina derve heye. 7 milyon dikevin ber vê qedexeyê.

Diyare ku rewş ber bi metirsiyek mezin ve diçe, ji ber vê yekê heta niha li 12 navçeyên ku vîrûs bi giştî lê hatî dîtin xistine bin çavdêriyê.

Back to top button