Li herêmên dagirkirî, asta sûcên şer bilind dibe. Çeteyên dewleta Tirk rêya DAIŞ’ê dimeşînin û herî dawî serê zarokekî jêkirî li Efrînê hate dîtin.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûrî da zanîn, ku li taxa el-Zêdiyê yê Efrînê, termê zarokekî hat dîtin.
Ev zarok, serjêkirî û destkelpçekirî li ber gemardanekê hatibû avêtin.
Ev ne bûyera yekem e, lê belê bi dehan zarok û kes li ser destê çeteyan hatine serjêkirin.
2’ê vê mehê, serê ciwanekî ji Efrînê hatibû jêkirin.
Çeteyan, 5 sivîl li Efrînê revandin
Li kêleka serjêkirinê jî, çeteyan sivîlê bi navê
Hafiz Berekat
Luqman Ebdo Şêxmûs
Elî Şêro
Mihemed Izet Xelîl
û Ehmed Reşîd li Efrînê revandin.
Çeteyan, ji bo berdan wan jî, daxwaza fîdyeyê ji malbatên wan kirin.
Li aliyekî din, çeteyên dewleta Tik, 85 serî pezê şêniyê bi navê Ehmed Ferec li gundê Berad yê navçeya Şêrewa yê Efrînê jî dizîn.