2 Fermandarên artêşa Lîbî bi droneke Tirkî hatin kuştin

Di êrîşa droneke Tirkî de, jimareke fermandarên payebilind ên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê li derdora bajarê Sêrtê hat kuştin.

Artêşê ragihand, fermandarê Odeya Operasyonên bajêr lîwa Salim Diryaq û alîkarê wî emîd el-Qezafî el-Seda’yî di êrîşa drona Tirkî li ser rojavayê bajêr de jiyana xwe ji dest da.

Her wekî Artêşê diyar kir ku jimareke fermandarên komên çete jî hate kuştin.

Hemwextî vê yekê, şer navbera herdu aliyan li derdora Misrata, rojavayê Sêrt û nêzî Terablusê li dar e.

Ev yek li gel sozên agirbestê tên, ku herduan, ji bo Corona soza rawestandina şer dabû NY.

Di 24 saetan de, artêşa Hefter 3 dronên Tirkî anîn xwarê

Artêşa Niştimanî her wiha da zanîn, wan di nava 24 saetan de 3 dronên Tirkî li derdora Terablus û Misratayê anîne xwarê.

Li gorî Artêşê, bomebaraneke bêserûber ji aliyê çeteyên Wîfaq û dewleta Tirk li ser gelek deverên welat berdewam e.

Back to top button