Li Başûrê Kurdistanê, 3 kesên din bi vîrûsê ketin

Wezareta Tendurstiyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê eşkere kir li herêmê 3 kesên din bi virûsa Coronayê ketine.

Heya niha li Herêma Kurdistanê, 125 kes nexweş ketine, ji wan 2 kesan jiyana xwe ji dest daye, 52 kes jî rehet bûne.

Ji bo rûbirûbûna vîrûsê jî, Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê, dema betlaneyê ji bo tevaya dibistan û saziyên hikumî heya 16’ê Nîsanê dirêj kir.

Ji bilî Wezareta Tenduristiyê û ya Hindirîn, ev biryar ji bo hemû wezaretên din jî, derbasdar e.

Back to top button