Serokwezîrê erkdarkirî yê Iraqê Ednan el-Zurfî bi balyozên dewletên Yekîtiya Ewropayê re civiya û teqez kir ku ya girîng ji bo hikumeta wî, pêkanîna daxwazên xwepêşanderan e.
Duh Şemiyê, el-Zurfî bi balyozên Îtalya, Almanya, Fransa, Siwêd, Yûnanistan, Polanda, Kirwatiya û şandeya Yekîtiya Ewropayê re civiya.
Li gorî el-Zurfî, daxwazên xwepêşanderan di ser her tiştî re û ew ê ji bo pêkanîna hilbijartinên pêşwext, rûbirûbûna hilweşîna aborî ya pêkan, bilindkirina asta jiyanî ya welatiyan, belavkirina ewlehiyê û sepandina desthilata qanûnê, kar bikin.
Ev civîn, yekemîn civîna el-Zurfî li gel dîplomatên Ewropî ye, di wextekî de tê ku piraniya blokên siyasî yên Şî’yî, erkdarkirina wî red dikin.