Parêzer Demîrbag: Divê hemû girtî bên berdan

Ji ber vîrûsa Corona li hemû bajarên Tirkiye û cîhanê belav bûye, fikarên li ser rewşa girtiyan zêde dibin.

Hevserokê Şaxê OHD’ê ya Îzmirê Prz. Mazlum Demirbag, anî ziman ku dûrxistina girtiyên siyasî ji pakêta darazê, li dijî pîvan û rêgezên wekheviyê ya Destûra Bingehîn e û xwest zagon ji bo girtiyên siyasî jî derbasdar be.

Mazlum Demîrbag, diyar kir, li Tirkiyê cihê herî bê parastin girtîgeh in, amadekariya hikumetê li girtîgehan tune ye û girtî di metirsiyeke mezin de ne.

Demîrbag, destnîşan kir ku zagona darazê, li dijî rêgeza edalet û wekheviyê ye û diyar kir ku ev pakêta darazê divê hemû girtiyan bigire nava xwe û divê ji bo hemû girtiyên siyasî jî derbasdar be.

Hîn girtîgeh nebûne gorên komî, vala bikin

Her wiha malbatên girtiyan xwestin bêyî ku cenaze ji girtîgehê derkevin, hemû girtîgehan vala bikin û cezayê girtiyan bi paş bixin.

Back to top button