Parastina Siûdî, 2 mûşekên Hûsiyan bêbandor kirin

Hêzên Parastina Asmanî yên Siûdiyê, rê li ber 2 mûşekên ballistîk ku hêzên Hûsî ji Yemenê avêtibûn, girtin.

Berdevkê Hêzên Koalîsyona Welatên Ereb, eqîd Tirkî el-Malikî ragihand ku ev herdu mûşek bi ser bajarê Riyad û Cîzan de hatin û ti zererên canî tune ne, lê hinek ziyan gihaştin avahiyên sivîlan.

Lê paşê Buroya Ragihandinê ya Parastina Sivîl a bajarê Riyadê ragihand, ku 2 sivîl bi sivikî birîndar bûne.

Berdevkê Hêzên Koalîsyona Welatên Ereb, da zanîn ku ev êrîş bi agirbesta ji bo Coronayê re nagunce û teqez kir, ev yek berdewamiya stratejiya Îranê ye, da êşa gelê Yemenê kûrtir bike.

Back to top button