DW: Dewleta Tirk, avê weke çek li dijî Kurdan bi kar tîne

Tora Deutsche Welle ya Almanî bal kişand ser qutbûna avê ku dewleta Tirk ji ser Kantona Hesekê qut kiriye. DW teqez kir ku dewleta Tirk vê yekê weke çekekê li dijî gelên herêmê bi kar tîne. 

Tora Deutsche Welle ango DW ya Almanî, dewleta Tirk bi qutbûna ava Stasyona Elok a li Serê Kaniyê tawanbar kir û diyar kir, Tirkiyê vê yekê jî weke çek li dijî gelên Herêmê bi kar tîne.

DW bi bîr xist ku li herêma Bakurê Sûrî û bi taybet li herêmên Kurdî, av kêm bûye, ji ber çeteyên Tirkiyê stasoyna Elok dane rawestandin, ew jî bi armanca vîrûsa Corona li herêmê belav bibe.

Ava Stasyona Elok, zêdetirî 800 hezarî kesî tîmar dike.

DW diyar kir ku qutkirina ava stasyonê, di demek tengav de pêk hatiye, nemaze ku metirsiya belavbûna Corona li kampên koçberan pir zêde ye.

Li ser vê jî, tora Almanî DW got: Eger Corona bigihêje van kampan, wê nexweşî weke agirekî gur bibe.

Di rapora torê de hat teqezkirin, Rêvebreiya Xweser hewl dide avê bi rêya sarîcan ji gel re peyda bike.

Girêdayî mijarê, Dr. Michael Philk yê li herêmên Rêveberiyê karê destekdayîna gel dike, da zanîn ku Kurdan 11 hezar şehîd li dijî DAIŞê ji bo tevahî cîhanê dane, divê Ewropa destekdayînê bide wan.

DW di dawiya rapora xwe de teqez kir ku dewleta Tirk qanûnên navdewletî li Bakurê Sûrî binpê dike.

Back to top button