Piştî Şehba û Dirbêsiyê, li Hesekê jî werşeya dirûtina devpoşkan hat vekirin.
Ev werşe, devpoşkan ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Hesekê re çêdike.
Werşeya Qisêban a dirûna cilan li taxa Muftî ya bajarê Hesekê, devpoşkan didrû.
Werşe, wê hezar devpoşkî bidrûn, piştre wê bi madeyên bijîşkî bên pakkirin.
Endama rêveber a werşeyê Şemse Hesen, bang li bazirgan û kesên xwedî werşe û kargeh kir ku alîkariya şêniyan bikin û rewşên xizanan di ber çavan re derbas bikin.