Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven ji bo girtiyên Lenînîst-Marksîst ên Partiya Komunîst a Tirkiyeyê ku piştgirî dan çalakiya wê name şand.
Nameya Leyla Guven wiha ye:
“Di qonaxa em gihîştinê de dema dîktatoriya yekzilamî ye.
Lazim e em berxwedana hevgirtinê derxin holê.
Ev yek ji Şoreşa Rojava pêkan e û me li wir dît.
Birêz Ocalan derxist holê ku modela herî guncav a ji bo Rohilata Navîn konfederalîzma demokratîk û netewa demokratîk e.
AKP ji vê ramanê aciz e. Ji ber vê yekê jî tecîdkirina Ocalan kûr dike.
Dixwaze ku dengê vê ramanê di nav çar dîwaran de bimîne. ”
Leyla Guven di dawiy peyama xwe de got:
“Ez vê tecrîdê wek sûcê mirovahiyê dibînim û ji bo ez bêdengiya li dijî tecrîdê bişkênim min dest bi çalakiyê kir.
Ez di wê ferqê de me ku dilopek a behrê me.
Ancak tiştên we di daxuyaniya xwe de diyar kir jî îşareta mezinbûna vê dilopê ye.
Ji ber vê sedemê çalakiya we ya greva birçîbûnê ya 3 rojan gelek watedar e.”