Artêşa Tirk gundên herêma Biradostê gulebaran kirin

Êrîşên dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê dewam dike. Helîkopterên artêşa Tirk gundên Biradost gulabaran kirin.

Duh helîkopterên artêşa Tirk, bi nizmî li ser asîmanê gundên Xelîfan û Lêtan yên Herêma Biradostê firiyan û gund gulebaran kirin.

Di nava şêniyên gund de tirsek mezin çêbûye.

Beriya heftiyekê jî, şeva 22’ê adarê, helîkopterên şer yên dewleta Tirk , gundê Xelîfan û Sîran yên Herêma Biradostê gulebaran kirin.

Li gorî agahiyên ziyanek mezin gihişte gund, bax û baxçeyê welatiyan.

26 û 27’ê sibatê jî, helîkopterên dagirkeiryê, gundê Dayla yê binarê çiyayê Ketkîn ê li herêma Bradostê gulebaran kiribû.

Di encamê de zarokê 12 salî yê bi navê Şêrwan Selah birîndar bibû.

Tevî ji ber pêşîgirtyina belavbûna vîrûsa Coronayê li Başûrê Kurdistanê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin, lê Dewleta Tirk êrîşên xwe yên ser xelkê sivîl ranawestîne.

Back to top button