Li Iraqê ti rewşên mirinê nehatin tomarkirin

Vîrûsa corona li Kurdistan û welatên herêmê jî hîna nektiye kontrolê.

Li Iraqê 41 kes nû bi vîrûsê ketin û ti rewşên mirinê nehatin tomarkirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî 200 girtiyên jin ji ber mertirsiya belavbûna vîrûsê û hiştina wan di girtîgehê de, dest bi greva birçîbûnê kirin.

Li Tikriyê jî girtî bi vîrûsê hatin tehdîdkirin.

 

Vîrûsa corona metirsiya xwe ya li ser welatên herêmê hîna jî dewam dike.

Li Iraqê di nava 24 saetên dawî de, 41 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine.

Her wiha 12 kes jî baş bûn û ti rewşên mirinê nehatin tomarkirin.

Li Hewlêrê 3 kesên din bi vîrûsê ketin

Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê jî ragihand ku 3 kesên din li bajarê Hewlêrê bi vîrûsê ketine.

Her wiha 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û rewşa 53 kesan jî baş bûye.

Piştî ku li Komelgeha Qedşê ya bi qezaya Amêdiyê ye li Duhokê, ciwanek bi vîrusê ket, Rêveberiya Tendirusatiya Amêdiyê biryara da ku herêmê bixin bin çavdêriyê.

kampa mexmûrê banga alîkariya tenduristiyê kir

Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Mexmûrê jî ji ber metirsiya belavbûna vîrûsê, banga alîkarîya tenduristiyê, li NY, hikûmeta herêma Kurdistanê û Iraqê kir.

Li Îranê bi dehan kes bi Corona mirin

Li Îranê ku nikarin rê li pêşiya belavbûna vîrûsê bigrin, rewş giran dibe û hîn nektiye kontrolê.

Di 24 saetên dawî de 123 kesên din ji ber virûsê jiyana xwe ji dest dane, 2 hezar û 901 kes jî pê ketine.

Li welatê jimara kesên mirine, derketiye 2 hezar û 640’an, jimara kesên bi virûsê ketine jî bûye 38 hezar û 309.

Her wiha 12 hezar û 391 kes kes jî baş bûne.

Li Urmiyê 200 girtiyên jin dest bi grevê kirin

Li gorî nûçeya navendên Mafê Mirovan, 200 jinên girtî li zindana navendî ya bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê, li dijî rewşa heyî û metirsiya belavbûna vîrûsa corona, dest bi gireva birçîbûnê kirine.

Jinan dan zanîn ku ger ew bi awayekî demkî neyên berdan, ewê çalakiya xwe dewam bikin.

Li Îranê 79 kesên din bi alkolê mirin

Li Îranê hin kes, madeyên bi alkolê yên ku ji bo paqijkirinê tên bikaranîn, vexwarin.

Li parêzgeha Faris ya Îranê ji ber vexwarina alkolê, 79 kesên din jiyana xwe ji dest da.

Li gorî rêjeya Wezareta Tenduristiya Îranê, di encama bikaranîna alkolê de, di nava mehekê de li seranserê Îranê zêdetirî 300 kes mirine û bi sedan kes jî bi jehrî ketine.

Li Tirkiyê zêdetirî 7 hezar kes bi vîrûsê ketine

Li Tirkiyê jî li gorî daxuyaniyên fermî yên desthilatdariya welat heta niha,108 kes bi vîrûsê mirine û 7 hezar û 402 kes jî pê ketine.

Lê rêxistinên tendurisiyê dibêjin jimara ji vê pir zêdetir e.

Li Tirkiyê tevî ku li girtîgehan tedbîrên pêwîst nayên girti, girtî bi vîrûsê hatin tehdîdkirin.

Tirkiye girtiyan bi vîrûsê tehdîd dike

Federasyona Komeleya Hiqûqî û ya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê, diyar kir ku rêvberiya Girtîgeha Tîpa T a Ak-saraya Stenbolê girtiyan bi vîrûsê tehdit dike.

Back to top button