Amerîka di nava hewldana têkbirina vîrûsê de ye

Vîrûsa Corona ku Ewropa û Amerîka dayî ber xwe, jiyan li van parzemînan aniye ber rawestandinê. Serokê Amerîka bi daxuyaniyekê daxwaza têkoşîna li dijî vîrûsê kir û xwest her kes li malên xwe be. Li Ewropaya ku Îtalya tê de ji ber vîrûsê ji hev dikeve, tevger bi carekê rawestiyaye. Li Fransa û Îspanya jî bîlançoyên vîrûsê giran dibe.

Vîrûsa Corona ku li 177 welatên cihanê belav bûyî, krîza heyî mezin dike.

Bi taybet li Ewropa û Amerîka jiyan bi carekê re rawestiya ye.

Amerîkaya ku Vîrûsê konê xwe lê bicih kiriye, di nava hewildana têkbirina vîrûsê de ye.

Yek ji bajarên herî zêde li pêşberî vîrûsê bêçare mayî New Yorke.

Li vî bajarî yekem kesê bê xanî, ku di trenê de diraza jiyana xwe ji dest da.

Trump hewl dide moralê gel bilind bike

Serokê DYA Donal Trump jî bi mesajekê xwest moralê gel bilind bike.

Trump ji New Yorkê ragihand ku keştiya leşkerî ya ku li beravên bajêr ji bo dermankirin û pêwistiyên gel wê xebatek baş bike.

Mîlana bi qerebalix ji rêwiyên xwe vala maye

Li parzemîna Ewropa jî rewş jî ji ya li Amerîka ne dûr e.

Bi taybet Îtalya ku despêkê xemsar nêzî vîrûsê bû niha berdêlên giran dide.

Dîmenên ji Îtalya tên weşandin, asta metirsiyê radixe ber çavan.

Bajarê Mîlan ku şev û roj tevgera wê ranediwestiya, niha wek bajareke xeyalî maye.

Serokê Spanyayê ji gel xwest ku di malên xwe de bin

Li kêleka Îtalya Spanya jî heman êşê ji ber vîrûsa corona dikêşe.

Serokwezîrê Îspanya bi daxuyaniyekê ku li paytext Madrîd dayî de ji her kesê xwest ku yên karê wan tine ye, bila dernekevin.

Wezîrekî berê yê Fransayê bi Corona mir

Li qurbaniyên navdar ên Coronayê kesekî din jî zêde bû.

Herî dawî, Wezîrekî berê yê Fransa ê bi navê Patrick Dovijan ku bi vîrûsê ketibû jiyana xwe ji dest da.

Dovijan beriya ku bimre li ser hesabê xwe yê Tiwîterê nameyek weşandibû û tê de spasiya kadroyên tenduristiyê kiribû ku ji bo xilaskirin mirovan ji vê vîrûsê, dixebitin.

Li Lubnanê çadira ku bê çalakvan maye, hat rakirin

Li paytexta Lubnan Beyrûdê ku ev demek dirêj bû ji ber krîza siyasî xwepêşandan dihatin lidarxistin hîna çadirên xwe li cihên çalakiyê danîne.

Hêzên Polîsên Taybet berê xwe dan cihên xwepêşandêran û çadirek wan rakirin.

Wezareta hindirîn ji bi tiwîttekê balkişand li ser metirsiya vîrûsê û xwest qedexeya derneketina derve were pêkanîn.

Serokwezîrê Hindistanê ji hejaran lêborîn xwest

Li Hindistanê jî careke din alozî hebû.

Bi hezaran koçberên karker 21 rojin ji ber vîrûsê ji cihên ku lê dimênin dur; li Delîhî ya nû diman.

Koçberan berê xwe dan basan.

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî ji ber vîrûsa corona ku niharin kontirol bikin ji kesên hejar lêborîn xwest.

Back to top button