Li Tirkiyê nêzî 10 hezar kes bi Corona ketine

Li Tirkiyê jimara kesên bi vîrûsa Corona dikevin roj bi roj zêde dibin,heta niha nêzî 10 hezar pê ketine. 

Li gorî daxuyaniyên fermî yên desthilatdariya Tirkiyê heta niha,131 kes bi vîrûsê mirine û 9 hezar û 982 kes jî pê ketine.

Lê rêxistinên tendurisiyê dibêjin jimara ji vê pir zêdetir e.

Li Tirkiyê tevî ku li girtîgehan tedbîrên pêwîst nayên girti, girtî bi vîrûsê hatin tehdîdkirin.

Back to top button