Li Silêmaniyê 14 kesên din bi vîrûsê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê ragihand ku 14 kesên din li Herêmê bi vîrûsa corona ketine.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, di nava sînorên Parêzgeha Silêmaniyê de, 8 jin û 6 zilam bi vîrûsê ketine.

Bi vê yekê, jimara kesên li Başûrê Kurdistanê bi coronayê ketine dibe 142, ku 53 kes ji wan ji vîrûsê rehet bûne.

Li paytexta Iraqê Bexdayê jî 7 kesên din bi vîrûsê ketin.

Bi vê yekê jimara nexweşên corona li Iraqê dibe 554 ku 143 kes ji wan rehet bûne, li gel mirina 42 kesan bi vîrûsê.

Back to top button