Termê 5 çeteyên dewleta Tirk, gihaştin Efrîna dagirkirî

Termê 5 çeteyên dewleta Tirk ên li Lîbyayê li gel hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî şer dikin, gihaştin Efrîna dagirkirî.

Li gel agirbesta ku herdu aliyan ji bo Coronayê ragihandibû jî, tevgera asmanî navbera Wîfaq û dewleta Tirk hîna berdewam e.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh termê 5 çeteyên dewleta Tirk ên li Lîbyayê li gel hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî re şer dikin, gihaştin gundê Qermitliqê yê navçeya Şiyê yê Efrînê, da wan li wan li wir veşêrin.

Ev çete, berî çend rojan li şerê li derdora taxa Selahedîn û Remila û Meşrû’ el-Hedeba hatibûn kuştin.

Li gorî Çavdêriyê, giştî jimara çeteyên heya niha li wir hatine kuştin, gihaşt 156 çeteyî.

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, berî çend rojan ragihandibû, ku çeteyên dewleta Tirk û Wîfaqê pabendî agirbestê nabin û gelek deverên welêt bombebaran dikin.

Girêdayî binpêkirina agirbestê, ku tevî li tevahî cîhanê tevger ji bo Coronayê rawestiyaye, çûnûhatina asmanî navbera Tirkiye û hikumeta Serac berdewam e.

“Çûnûhatina asmanî navbera Tirkiye û Wîfaqê dewam dike”

Ajansa Çavdêrî û Şopandinê ya girêdayî Artêşê, ragihand ku roja Înê balafireke sivîl ji balafirgeha Terablusê ber bi ya Stenbolê ve çû û Şemiyê vegeriya.

Her wekî Yekşemê jî balafirek ji Misrata firiya Stanbolê.

Li gorî Ajansê, ev herdu geştên asmanî nehatine tomarkirin, ne jî barê wan hatin naskirin.

Back to top button