Li Tirkiyê.. Rojnamegerekî Îranî hat kuştin û Erdogan jî xwe bêdeng kiriye!

Kuştina rojnamegerê muxalif ê Îranê Mesûd Mewlewî Werdenjenî li konsolxaneya Îranê ya Tirkiyê piştî salekê, nû hat eşkerekirin.

Li gorî berpirsên Tirk, Mesûd Mewlewî Werdenjenî, di 14`ê Mijdara 2019`an de li koleneke Stenbolê bi guleyan hate kuştin.

Polîsan beriya 2 hefteyan rapora xwe girêdayî bûyera kuştina Werdenjenî weşand.

Di rapora de bîr xistin ku Werdenjenî di dema dawî de veguherîbû rexnegireke mezin li dijî desthilatên Îranê.

Her wiha di raporê de hate gotin Werdenjenî beriya kuştina wî bi 3 mehan, nameyek li ser malperên medyaya civakî belav kiriye û di wê nameyê de pasdarên Îranê rexne dike.

Hiqûqnasekî Siûdî: Tirkiye û Îran, hevkarên gelek sûcan in

Girêdayî mijarê endamê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hiqûqnasê siûdî Heysem El-Xirbawî anî ziman “Tiştek pir normal e ku Tirkiye destekê bide Îranê, ji ber ku di navbera wan de têkiliyên hevpar hene.”

Back to top button