Kongireya Star kuştin û xwekuştina jinan şermezar kir

Tevgera Kongra Star têkildarî bûyera xwekuştina jinekê li Kobanê daxuyaniyek nivîskî da, Kongra Star kuştin û xwekuştina jinan di bin her nevî de şermezar kir û bang li saziyên pêwendîdar kir ku berpirsyarên vê bûyerê werin darizandin.

Li Kobanê, jina bi navê Emîha ya 21 salî xwe kuşt.

Kongreya Star bi daxuyaniyekê diyar kir ku xwekuştin û kuştina jinan karekî der miroviye û got:

Emîha ku jineke ciwan û diya keçekê ye, di temenê 21 salî de xwe kuşt.

Ji ber bêtehemuliya zîhniyeta civakî ya serdest, ji mafê xwe yê jiyanê tê mehrûmkirin, tenê ji ber ku jin e.

Jin jî çareseriyê di xwekuştinê de dibîne.

Kongireya Star, binpêkirina mafên jinan weke xeteriyê li ser jiyana jinan bi nav kir û diyar kir ku kiryarên kuştin û xwekuştinê pir zêde bûne û jin ji mafê xwe yê xwezayî yê jiyanê tên dûrxistin.

Em wek rêxistina jinan xwekuştin û kuştina jinan di bin çi navî de dibe bila bibe, şermezar dikin.

Kongireya Star di dawiya daxuyaniya xwe de, daxwaz ji saziyên peywendîdar û tevahî rêxistinan kir ku kujer û berpirsyarên vê xwekuştinê werin cezakirin û mafê jinan ê jiyanê were parastin.

Back to top button