Wezîrê Darayî yê wîlayetek Almanyayê, ji ber vîrûsa Corona xwe kuşt

Li gel bilindbûna jimara nexweşên Corona û bandora ku li gelek sectorên kar dike, zexta derûnî jî li hin deveran digihêje lûtkeyê.

Duh sibehê, Wezîrê Darayî yê wîlayeta Hesse Thomas Schäfer mirî hat dîtin.

Polîs û Dozgeriya Giştî teqez kir ku mirina wî “xwekuştin” e.

Li gorî hat ragihandin jî, wezîrê mirî nameyek li paş xwe hiştibû, lê hûrguliyên wê nehatin eşkerekirin.

Dihat gotin, Schäfer gelekî ji vîrûs û bandorên wê li abora welêt ditirsiya, ku dibe ew nikaribe pêdiviyên xelkê bi cih bîne.

Duh Peymaneha Robert Koch ku ajanseke hikumî ya nexweşiyan e, ji bo sîstema tenduristî hişyar dabû, ku êdî wê zextên derûnî mîna yên li Îtalyayê, li welêt rû bidin.

Li Almanyayê, heya niha 62 hezar û 435 kes bi vîrûsê ketine û 541 kes jî mirine.

Back to top button