Bêrîvan Xalid: Navendên çavdêriya tenduristî, amade ne

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku li herêmên rêveberiyê navendên çavdêriya tenduristî hatine amadekirin û eger rewş dewam bike, wê Rêveberî tedbîrên din jî bigire.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Bêrîvan Xalid der barê tedbîrên ku Rêveberiyê ji bo pêşîlêgirtina vîrûsa coronayê, ji ajansa ANHA’yê re axivî.

Bêrîvan Xalid diyar kir ku, gelek tedbîr ji ber vîrûsa corona hatine girtin, ji wan taloqkirina dewama dibistanan, qedexekirina kombûna gel, girtina deriyên sînor, qedexeya derketinê û pakirina tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî.

Bêrîvan destnîşan kir ku weke qonaxa destpêkê 15 roj qedexeya derketinê hatiye ragihandin û eger pêwîst bike dibe ku qedexeya derketinê bê dirêjkirin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser da zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûrî navendên çavdêriyê ji bo veguhastina rewşên pêketina corona yên biguman amade kirine û got.

“Li van navendan alavên guncaw hatine amadekirin û di vê derbarê de hevkarî di navbera rêveberiyê û şaneya aloziyê de, ku ji bo vê armancê hatiye avakirin, heye.

Tevahî komîteyên xizmetguzarî, bijîşkî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser karên xwe ne û ji bo rewşên awarte amade ne.”

Di dawiya axaftina xwe de Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li gorî biryarên Rêveberiyê tevbigerin û di dema niha de li malên xwe bin ku xwe û xizmên xwe ji xetereya coronayê biparêzin.

Back to top button