QSD û YPJ’ê êrîşa li ser Eyn Îsa têk bir, 2 çete hatin kuştin

Tevî banga NY a rawestandina şer li Sûriyê, Dewleta Tirk êrîşên xwe ser herêmê didomînin.Dagirkeriya Tirk bi çekên giran êrîşî gundên Eyn Îsa kirin, QSD jî di çarçoveya xweparastina rawa de berisiv da û êrîş têk bir.

Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê, îro di saetên nîvro de bi doçkayê êrîşî gundê Hoşan yê Eyn Îsa û rêya M4 kirin.

Şervanên QSD jî bersiv da û 2 çete hatin kuştin, ku di nav de serçeteyek ji koma Suleyman Şah ê bi navê Mahir El-Hamidî heye.

Vê şevê jî dagirkeirya Tirk gundê Dibis ê navçeya Eyn Îsayê û rêya M4 bi tank û hawnan topbaran kirin.

Ilham Ehmed: dewleta Tirk bi êrîşên xwe, insyatîfa ”NY” binpê dike

Di vê çarçoveyê de, Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed got:

“Di wextekî de ku cîhan bi xeteriya vîrûsa Coronayê re rûbirû maye, dewleta Tirk êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dewam dike.”

Ilham Ehmed tekez kir ku dewleta Tirk bi van êrîşên xwe insyatîfa dawî ya NY binpê dike.

Back to top button