HPG: Li herêma Heftanê leşkerekî Tirk hate kuştin

Gerîlayên YJA Starê li herêma Heftanînê çalakiyek li dijî dewleta Tirk a dagirker li darxist û di encamê de leşkerek hat kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

29’ê Adarê hêzên YJA Starê li herêma Heftanîn ya Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakiyek sekvanî li dijî artêaş Tirk a dagirke lidar xist. Di encamê de leşkerek hat kuştin.

Di heman demê de Gerîla li herêma Xakurk jî li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Axîn çalakiyek kirin.

Lê hejmara kuştî û birîndarên dijmin ne hat naskirin.

Back to top button