Li taxa Zorava ya Şamê şênî bi saetan li benda nan dimînin

Li taxa Zorava ya Şamê pirsgirêka nan rû dide û şênî ji bo wergirtina nan bi saetan li benda belavkirinê dimînin. Kesên nan belav dikin jî keysbaziyê dikin.

Li paytexta Sûriyê Şamê ji ber vîrûsa Corona rewşa awarte hatiye ragihandin û derketina derve qedexe ye.

Lê ji ber kêmasiyên nan û madeyên xwarinê her roj şênî dikevin dorê û bi saetan li benda belavkirina nan dimînin ku ev yek jî rîska belavbûna vîrusê zêde dike.

Li taxa Zorava ya Şamê ku piraniya şêniyên wê Kurd in, nêzî 25 hezar kes dijîn.

Hikumeta Şamê jî rojane tenê 700 tûrên nan ji tevahiya taxê dide û ev rêje li gorî hejmara şêniyan gelekî kêm e.

Kesên hatin erkdarkirin keysbaziyê dikin û nan bi buha difiroşin

Hikûmeta Sûrî qaşo ji bo ku komûn çênebe firotina nan li firnan qedexe kiriye û bi rêya komên taybet û muxtaran tê belavkirin. Lê ev komên taybet keysbaziyê dikin û kîsê nan ku bi 50 L.S ye bi 100 lîreyan difiroşin .

Back to top button