Tevgera Azadî: Divê ji bo hemû şehîdan, tifaqa Kurdî ava bibe

Tevgera Azadî salvegra 73. a darvekirina yek ji pêşengên Kurd, Qazî Mihemed, bi bîr anî û banga yekrêziya aliyên Kurdî kir.

Serokê Komara Kurdistanê ya Mihabadê, Qazî Mihemed û hevrêyên xwe di 31’ê Adara 1947’an de li Qada Çarçira ya Mahabadê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin.

Tevgara Azadî ya Civaka Kurdistanê bi boneya 73’yemîn salvegera darvekirina Qazî Mihemed û hevrêyên wî peyamek weşand.

Tevgara Azadî teqez kir ku ew ezmûnê ji dilsoziya Qazî Mihemed digirin û got:

A girîng ew e ku em wê yekê fêr bibin ku em xwe bi ti welatên biyanî ve girênedin, ji ber ku ev yek karîseteke mezin li pey xwe dihêle û navmala kurdî tê dibe.

Tevgara Azadî ya Civaka Kurdistanê di dawiya peyama xwe de vê bang kir ku tifaqa nava mala Kurdî de were parastin û ji pirsgirêk û aloziyên hundirîn were dûrketin.

Back to top button